Home · Articles · Discussion Forum · Web Links · News Categories
Pêrsta serekî
Home
Articles
Discussion Forum
Web Links
News Categories
Contact Me
Photo Gallery
Search
Bikarhênerên Tê De
Mêvanên Tê De: 1
Endamên Tê De Nîn e

Endamên Tomarkirî: 1
Endamê Herî Nû: chaknews
RAMANÊN SERÊ MIN
SELWA HESEN

Di serê min de gelek çûk hene
Di serê min de difirin
Her çûkek stiranekê dibêje
Bê dilovanî wan dikujin
Ez çibkim baskên min şkestînin
Di nav çar dîwaran de dikim qêrîn
Lê dengê min serê xwe bilind nake
Xwîna dilê min hêdî hêdî diniqute
Bûye wek çemekî diherike

Li ser kaniya dilê xwe,min gul çandin
Ji keçên gundê xwe re min kirin xirxal
Her dengê xirxalan dihate min
Min dizanî bû ez heme,ez difikirim

Çûkên serê min ez gelekî diêşandim
Didan ber min gelek şop û rê
Yek jê riya jiyanê bû
Lê tijî dirî û stirî bûn
Çûk ji serê min nafirin
Ji nêçîrvanê bê dil ditirsin
Wê rok were
Ezê vê tirsê bikujim
Vî nêçîrvanî bişewitînim
Heger çûk nefirin gul şîn nabin
Zarok bi kêf nabin
Û stiran berdewam nakin
Xwepêşandana Kurdan li dijî ”Asayişê”
Helebceya şehîd û wêneyên şehîdên Helebceyê nikare bê jibîrkirin. Dayika ku zaroka hemêzkirî û herdu cendekên bêrih, çi caran nikare bê jibîrkirin. Cendekên bi hezaran zarok, jin, kal û mêrên kurdan li erdê dirêjkirî divê neyê jibîrkirin.
Helebce id sedsala me de jenosîda herî hovane ye. Qatilên Helebceya şehîd, ji hejmarek kesan pêk tê: Ji Sadam Hisêyn dirêjî hetanî pîlotên balafira dibe. Beşek kes hatin cezekirin, lê kesên sucdar tev nehatine girtin. Pêwîst e qatilên Helebceya Şehîd yek bi yek bê tesbîtkirin, girtin û cezekirin.
Pîlotê qatil yê Sadam Hisêyn, Tariq Mihemed Ramazan di qirkirina Helebceyê de wezîfedar bû. Wî emir ji Sadamî girtibû û bi balafira xwe bajarê Helebceyê bombebaran kiribû.
Tariq di girtigeha Silêmaniyê di bin kontrola Asayişê de bû. Xelkê Helebceya Şehîd li benda dadgehkirina wî bû. Lê SKANDALA MEZIN bi beyana dadgêr Mihemed Al Uraiby derket holê. Li gorî beyana wî, Asayişa Silêmaniyê gotiye ku, pîlotê qatil ji girtîgehê reviyabû.
Li gorî CHAK û EuroKurd Human Rights ê, buyer çi têkiliya xwe bi revê tune ye. Qatilê zarok, dê, jin û kalên li Helebceyê pîlotê xwînrêj Tariq, ji ber hesabên polîtîk hatiye berdan, anku hêzên di nav Asayişê de çavên xwe ji bo reva wî girtî ye.
Kurd cara ewil li derveyî welêt, li dijî dezgehek fermî li Herêma Kurdistanê- ”Asayiş”ê xwepêşandanekî pêk dihênin. Xwepêşandan dê ji aliyê dezgeha mafê mirovan-CHAK ê ve li Stockholm ê bê kirin. Li ser pirsê ji rêvebiriya navendî ya CHAK ê û niwênerê CHAK ê li bakurê Ewropayê Kader Nader wisa axifî:

Qatilê Helebceya Şehîd Tariq bi destê Asayişa Silêmanî hatiye berdan. Di nava Asayişê de ji ber têkilî û hesabên polîtîk rê ji bo reva wî re hatibû amadekirin. Ev yek nikare bê pejirandin. Divê rêvebirê Asayişa Silêmanî ji kar bê avêtin. Sucdar bêne derxistin û qatil bê girtin.
CHAK, li dijî helwestên Asayişê yên neînsanî û ji bo pêşkêşkirina daxwaziyên xwe, xwepêşandakê li ber deriyê konsolosê Iraqê li Stockholmê dike. Xwepêşandan roja 4 -1-2009 an saet 12 an e. Em li benda tevayê kurdan in ku bi me re bin û dengê xwe li dijî Asayişê bilind bikin.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se
ASAYIŞ QATILÊ HELEBCEYÊ BERDA

EuroKurd Human Rights - EHR

Hejmar: 9, çileya paşîn 2009
Skandala Asayişê

Malper: www.eurokurd.net
E-name: eurokurd@comhem.se

SKANDAL!
ASAYIŞ QATILÊ HELEBCEYÊ BERDA

Helebce, Adara 1988 an. Bi hezaran kûştî û birîndar. Sadamê xwînrêj, bi bombeyên kîmyewî bajêr dabû bar bombeyan.
Îro jî bi hezaran birîndarên Helebceyê dinalin. Îro jî birîna Helebceya Şehîd rehet nebûye: Nexweş li benda tedawiyê ne, qatil tev nehatine girtin, zîndanîkirin û cezekirin.


SKANDALA ASAYIŞÊ

Pîlotê qatil yê Sadam Hisêyn, Tariq Mihemed Ramazan di qirkirina Helebceyê de wezîfedar bû. Ew yek ji qatilê Helebceya Şehîd e.

Tariq di girtigeha Silêmaniyê di bin kontrola Asayişê de bû. Xelkê Helebceya Şehîd li benda dadgehkirina wî bû. Lê SKANDALA MEZIN bi beyana dadgêr Mihemed Al Uraiby derket holê. Li gorî beyana wî, Asayişa Silêmaniyê gotiye ku, pîlotê qatil ji girtîgehê baz daye.

Li gorî agehdariyên gihiştiye navenda EuroKurd Human Rights li Stockholmê, buyer çi têkiliya xwe bi revê tune ye. Qatilê zarok, dê, jin û kalên li Helebceyê pîlotê xwînrêj Tariq, ji ber hesabên polîtîk hatiye berdan, anku hêzên di nav Asayişê de çavên xwe ji bo reva wî girtî ye.

Dezgeha mafê Mirovan CHAK jî mîna EuroKurd Human Rights hizir dike û bi şik nêzî buyerê dibe.

Rûniştvanên Helebceya Şehît qet baweriya xwe bi beyanên Asayişê nayênin û li benda wê ne ku, Tariq bi alîkariya Asayişê hatiye revandin, û pêwîst e, Tariq bê girtin, û cezekirin. Divê wezîfedarên xirab di nava Asayişê de bêne girtin û mehkemekirin!
Pir eşkereye ku, bêyî dilxwaziya Asayişê, girtî nikarin ji hepsê bazbidin. Bê hevkarî qet ne mûmkûn e ku mirovek karîbe xwe ji destê wan rizgar bike.

Asayiş, berî niha jî ji aliyê dezgeha navnetewî ya mafê mirovan Human Rights Watch û EuroKurd Human Rights ê jî, ji ber helwestên xwe yên ne însanî hatibû rexnekirin.

SKANDALA nû tenê mesajekê dide mirov: Rêevebirina Asayişê ne karê PUK û KDP ye. DIVÊ ASAYIŞ BI GIŞTÎ TÊKEVE BIN KONTROLA HIKÛMETA HERÊMÊ û KESÊN SUCDAR BÊNE GIRTIN, CEZEKIRIN. QATILÊ HELEBCEYÊ DERXÎNIN HOLÊ!

-----------------------------------------------------------------------------------------------------
EuroKurd Human Rights - EHR

EuroKurd Human Rights dezgehek însanî ye û li ser pirsa mafê mirovan li Kurdistanê dixebite. Dezgeh bi çi hêz û îdeolojiyan ve ne girêdayî ye, ji awira aborî ve serbixwe ye. Xebata xwe li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînî pêk dihêne û pirsa mafê mirovan li ser esasê qanûn û peymanên navnetewî dişopîne.

EuroKurd rapor û nûçeyên li ser pirsê berhev dike û yên giring werdigerîne kurdî. Paşê ji bo ronîkirina raya giştî bi rêya malpera xwe belav dike.

EuroKurd bi dezgehên navnetewî /netewî yên însanî re têkiliyan datîne.
Zarathustra News ji bo berhevkirina nûçeyên li ser pirsê, di xizmeta EuroKurd Human Rights ê de ye. www.eurokurd.net li ser bingeha armancên EuroKurd ê weşana xwe dike. Naveroka malperê giraniya xwe li ser pirsên mafê mirovan li Kurdistanê û ewlekariyê ye.

Bi silavên dostanî û biratiyê
EuroKurd Human Rights
Stockholm
Ji 41 salên bi kar û xebatê barkirî:
Ji 41 salên bi kar û xebatê barkirî:
Rêz û hurmet ji bo Dr. Ismail Beşikçi

Gabar Çiyan
Mamosteyê hêja,
41 sal berê te gavek ber bi me ve avêt. Me, te bi analîza li ser “Xwepêşandanê Kurdistanê” nas kir. Xwepêşandanê Kurdistanê, anku ”Dogu Mitinglerinin Analizi” bû pirek, û bi rêya pirtûkê, te silav da me…
Te wisa digot ji bo wê xebatê:
”Xwepêşandanê sala 1967 an li Kurdistanê, li ser navê hereketa muxelîf gavek giring bû. Çalakî, bêhtir bi beşdarbûna Kurdên xwende, şoreşger û demokrat pêk hatibû. Di wê xwepêşandanê de giraniya daxwaziyan aborî bûn. Serîhildanên îro, rengê xwe cewaz û muxalefeta xwe guhertî ye. Tevlîbûna girseyî, îşareta şiyarbûna giştî ye. Daxwaziyên îro li ser zanabûnê ava bûye û siyasî ne.
Xwepêşandanê 1967 an, qonaxa pêşketina wê demê ji awira civakî û polîtîk ve dide nîşandan. Lewma analîza li ser giring e”.
Rast e. Dîroka me mîna zincîrekê ye, bi xelekan bi hev girêdayî ye. Muxalefeta demokratîk wê demê wisa dest pê kiribû û îro gihiştiye cihek bilind.
Qonaxa pêşketî ya îro, girêdana xwe bi ked û xwedana wê demê re heye...
Mamosteyê hêja,
Dezgeha mafê Mirovan CHAK jî mîna EuroKurd Human Rights hizir dike û bi şik nêzî buyerê dibe
Li gorî agehdariyên gihiştiye navenda EuroKurd Human Rights li Stockholmê, buyer çi têkiliya xwe bi revê tune ye. Qatilê zarok, dê, jin û kalên li Helebceyê pîlotê xwînrêj Tariq, ji ber hesabên polîtîk hatiye berdan, anku hêzên di nav Asayişê de çavên xwe ji bo reva wî girtî ye.

Dezgeha mafê Mirovan CHAK jî mîna EuroKurd Human Rights hizir dike û bi şik nêzî buyerê dibe.

Rûniştvanên Helebceya Şehît qet baweriya xwe bi beyanên Asayişê nayênin û li benda wê ne ku, Tariq bi alîkariya Asayişê hatiye revandin, û pêwîst e, Tariq bê girtin, û cezekirin. Divê wezîfedarên xirab di nava Asayişê de bêne girtin û mehkemekirin!
Pir eşkereye ku, bêyî dilxwaziya Asayişê, girtî nikarin ji hepsê bazbidin. Bê hevkarî qet ne mûmkûn e ku mirovek karîbe xwe ji destê wan rizgar bike.
Asayiş, berî niha jî ji aliyê dezgeha navnetewî ya mafê mirovan Human Rights Watch û EuroKurd Human Rights ê jî, ji ber helwestên xwe yên ne însanî hatibû rexnekirin.
SKANDALA nû tenê mesajekê dide mirov: Rêevebirina Asayişê ne karê PUK û KDP ye. DIVÊ ASAYIŞ BI GIŞTÎ TÊKEVE BIN KONTROLA HIKÛMETA HERÊMÊ û KESÊN SUCDAR BÊNE GIRTIN, CEZEKIRIN. QATILÊ HELEBCEYÊ DERXÎNIN HOLÊ!

EuroKurd Human Rights – eurokurd@comhem.se
Bersiva Dr. Ismail Beşikçi bo CHAK ê ye
Bersiva Dr. Ismail Beşikçi bo CHAK ê ye

Bersiva Dr. Ismail Beşikçi – bi tirkî

Merhaba Gabar,
CHAK'ın çalışmalarını, bildirisini dikkate okudum.

Bu yıl Soykırımla ilgili Cenevre Sözleşmesinin 60. yıldönümü. Bugünlerde sözleşme ile ilgili çeşitli değerlendirmeler yapılıyor. Dünyanın çeşitli yerlerinde yaşama geçen benzer süreçleri izlemekte yarar var.

Halepçe ve Kürtlere uygulanan zamana yayılmış soykırım bu süreçlerden biri olmalıdır. Halepçe'yi, zamana yayılmış soykırım sürecini zengin olgusal dayanaklarıyla, fotoğraflarla, olayın tanıklarıyla, gerede kalanlarla yapılan görüşmelerle, değerlendirmek gereklidir. Sözleşmede dile getirilen çeşitli durumlarla, Halepçe'de yaşananları,zamana yayılmış soykırım sürecinde yaşananları karşılaştırmada büyük yarar var.

Bu çalışmayı yürüten arkadaşlara başarılar diliyorum.
Mümkünse, arkadaşlarla görüşmeyi de çok isterim.
Şeref üyeliğine gelince: Bana büyük onur veriyorsunuz, teşekkür, sağolun...
Sağlık diliyorum, başarılar diliyorum.

İsmail Beşikçi
23 Aralık 2008

Wergêra bersiva Dr. Ismail Beşikçi bo kurdî


Roj baş Gabar,

Min agehdariyên li ser çalakiyên CHAK ê û nameya CHAK ê bi baldarî (dîqet) xwend.

Îsal, salvegera 60:emîn ya peymana Cenewrê li ser pirsa ”Jenosîd”ê ye. Niha, di van rojan de, li ser peymanê, nirxandinên cewaz têne kirin.

Li ser pirsê, li gelek deverên cîhanê gav hatine avêtin, tecrûbeyek pêk hatiye. Pêwîst e mirov li ser wan tecrubeyan bibe xwedî zaniyarî û li ser pirsê kur bibe.

Pir giring e ku, jenosîda Helebceyê, û qirkirinên din ku di qonaxên dîrokî de li dijî kurdan pêk hatine, bibe beşek ji vê qonaxê. Divê qirkirina Helebceyê û qonaxa plankirina jenosîdên wisan, bi belge û dokumentanên piralî û dewlemend, bi wêneyan û şahidê buyeran derkeve pêşberî raya giştî û bibe cihê nirxandinên cewaz. Pir bi sûd e ku mirov, buyera Helebceyê, qonaxa qirkirinê û bendên peymana Cenewreyê bide ber hev û analîz bike.

Ez serkevtinê ji heval û hogirên CHAK ê re dixwazim.
Dema mûmkûn be, ez dixwazim hevalên CHAK ê bibînim, bi wan re qise bikim.

Li ser pirsa we, ji bo endametiya şerefê ez dixwazim vê bêjim:

Endametiya we, pêşniyara we ji bo endametiya şerefê, ji min re serbilindiyê û şeref e. Spas û her bijîn.

Ez sihet û serkevtina we dixwazim.

Ismail Beşikçi
23 çileya pêşîn 2008
Ji 41 salên bi kar û xebatê barkirî:
Ji 41 salên bi kar û xebatê barkirî:
Rêz û hurmet ji bo Dr. Ismail Beşikçi

Gabar Çiyan


Mamosteyê hêja,

41 sal berê te gavek ber bi me ve avêt. Me, te bi analîza li ser “Xwepêşandanê Kurdistanê” nas kir. Xwepêşandanê Kurdistanê, anku ”Dogu Mitinglerinin Analizi” bû pirek, û bi rêya pirtûkê, te silav da me…

Te wisa digot ji bo wê xebatê:

”Xwepêşandanê sala 1967 an li Kurdistanê, li ser navê hereketa muxelîf gavek giring bû. Çalakî, bêhtir bi beşdarbûna Kurdên xwende, şoreşger û demokrat pêk hatibû. Di wê xwepêşandanê de giraniya daxwaziyan aborî bûn. Serîhildanên îro, rengê xwe cewaz û muxalefeta xwe guhertî ye. Tevlîbûna girseyî, îşareta şiyarbûna giştî ye. Daxwaziyên îro li ser zanabûnê ava bûye û siyasî ne.
Xwepêşandanê 1967 an, qonaxa pêşketina wê demê ji awira civakî û polîtîk ve dide nîşandan. Lewma analîza li ser giring e”.

Rast e. Dîroka me mîna zincîrekê ye, bi xelekan bi hev girêdayî ye. Muxalefeta demokratîk wê demê wisa dest pê kiribû û îro gihiştiye cihek bilind.
Qonaxa pêşketî ya îro, girêdana xwe bi ked û xwedana wê demê re heye...
Pirtûka Çiyan dibe swêdî û ingilîzî
Pirtûka Çiyan dibe swêdî û ingilîzî


Gelê Cuhû di qonaxên dîrokî de gelek caran bi êrîşên hişk hatin beramberî hev. Zilm, tehdît, kûştin, ajotin û jiyana li welatê xerîbiyê, bûbû beşek ji qedera wan. Di wan deman de komên cuhûwan hatin Kurdistanê û li wir bi cî bûn.

Kurdistan welatek pirçandî ye. Hejmarek çand û olên cewaz li wir hene. Çandên li wir jiyanek dirêj, ku pişta dide sedan sal berê, bi hev re derbas kirine. Çandan bandora xwe li hev kirine, zimanan ji hev peyv girtine. Tevayên rûniştvanan bi hev re ji bo avakirina welêt ked dane, û xwêdan rijandine. Kurd û cuhû jî mîna gelek gelên li herêmê, têkiliyên dostaniyê bi hev re danîne û ew têkilî piralî xurt bûne.
Komela Kaniya Sipî bi coşek mezin Cejna Êzîd pîroz dike.
Dilgeş Îsa/ Goettingen – kaniya-sipi.de – 22.12.2008: Komela Kaniya Sipî bi coşek mezin Cejna Êzîd pîroz dike.
Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî dohî, roja Yekşembê bi beşdarbûna bihtir ji 800 kesî Cejna Êzîd pîroz kir.
Li gor daxwiyaniya serokê Komelê, rêzdar Feremez Xerîbo, haziriyek baş ji Şahiyê re hatibû kirin û mîna her sal hijmarek mezin ji Êzidiyên Herêma Bielefeld û dorûberê wê beşdarbûn. Hêjayî gotinê ye ku Rojnameya navdar ya bajarê Bielefeld, Neue Westfaellische amade bû û hindek hevpeyvîn bi mêvanan re kirin û çend Wêneyên Cejnê kişandin. Ji Medya Êzidî, Televiziyona EzidaTV amade bû.
Herweha bernameya hunerî ya Şahiyê gelekî zengîn bû, neh Hunermendên dengxweş, bi stran û awazên xwe dilê mêvanan geş kirin.
Aliyekî ciwan û bedew û pîroz yê vê Şahiyê ew e ku di destpêka êvarî de, li ber gotina Qewlên pîroz ji aliyê endama Komelê ve, rêzdar Qewlbêj Îman Hesen, li simbol û nîşanên Êzidiyan yên pîroz, mîna Berat, Xerqe, Ava Zimzim û Kaniya Sipî û nîgarên Lalişa Nûranî tê tewaf û ziyaret kirin.
Komela Kaniya Sipî, Komeleke Êzidî ye, li dawiya sala 2005 an li bajarê Bielefeld li Almaniya hate damezrandin. KKS her sal Cejnên Êzidiyan mîna Cejna Êzîd, Cejna Sersalê, Cejna Cemaya Şîxadî û Cejna Batizmiyê lidardixe. Ji bilî van Çalekiyan KKS herwaha çalekiyên rewşenbîrî û civakî durust dike. Ji bo agehdariyên bihtir derbarey KKS hun dikarin serdana Malpera Komelê di Toreya Înternêt bikin:
http://kaniya-sipi.de
Dilgeş Îsa/ Goettingen – www.kaniya-sipi.de – 22.12.2008
li wêneyan binerein:
Bîranîna Mahmut Baksî
Bîranîna Mahmut Baksî
Gabar Çiyan


Min û wî cara pêşî bi rêya telefonê qise kiribû. Di xeta telefonê de bixêrhatina min kiribû, û deriyê mala xwe ji min re vekiribû.
Roja hevdîtinê, heyecanek bi wate cendek û rûhê min rapêçabû. Dîtina nivîskarê navdar Mahmut Baksî ji xwe cihê kêfxweşiyê bû. Lê heyecana hevpeyvîna bi rojnamevanekî profesyonel re, rengê xwe guhertî ye.
Rojnamevaniya min li welêt bi salan domandibû. Li derveyî welêt jî çend sal in bi xurtî didomiya.
Baksî jî weke rojnamevan bi gelek kesên nasdar re hevpeyvîn pêk anîbû. Lê vê carê rol hatibûn guhertin. Ez mêvanî wî bûm û wî dê bersiva pirsên min bida.
Mahmut Baksî:
Mahmut Baksî:
Evîna welat di dilê min de ye

Gabar Çiyan


Di sala 1998 an de, xebata min ya rojnemaniyê li ser pirsên çandî û edebî pir alî didomiya. Wê demê kovara ”Cîhana Weşana” û ”Şano û Sînema” di bin rêvebiriya min de derdiket.
Ez gelek caran bi Nivîskarê navdar Mahmut Baksî re rûniştim. Li ser gelek mijaran hevpeyvîn û sohbetên me çêbûn. Lê hejmara 5 an ya ”Cîhana Weşanan” hejmarek taybetî bû. Giraniya wê, jiyan û berhemên Mahmut Baksî hemêz dikir. Wê demê me hevpeyvînek rengîn derêxist holê. Hevpeyvîn, bi mûnasebeta salvegera wefeta wî, di kovara ”W” de derketibû û em wê pêşkêşî wî dikin
Rûpel 1 of 3 1 2 3 >
Têketin
Navê Bikarhêner

Wisheya têperbûn



Ma tu hîn nebûyî endam?
Vir Bitikîne Tu Dikarî Bibî Endam.

Min Nasnav Ji Bîr Kir?
Ji bo tu hîn bibî Vir Bitikîne.
Peyamên Kin
Ji bo tu peyamê bishînî an divê tu bibî endam an jî têketinê bikî.

Hîn Peyam Nehatine shandin.